Xerca ji bo lênêrîna bijîşkî
Avgifter för sjukvård – kurmandji
Ev xerc ji bo kesên ku karta xwe ya LMAyê nîşan didin derbas dibe.
Cûrê serdanê | Biha |
---|---|
Serdana doktor li navenda tenduristiyê | 50 kronor |
Serîlêdanên doktor ji bo hewaleyê * | 50 kronor |
Serdana * hewaleyê ji bo lênêrînên din ên ji bilî doktor (wek hemşîre/perestar, jîmnastê nexweşan, pisporê civakî) | 25 kronor |
Pêşîlêgirtina nexweşiyên dayiktî û zarokan, lênêrîna dema ducaniyê û zarokanînê | Belaş |
Lênêrîna nexweşiyên ji hev vegirtinê | Belaş |
* Hewale ew peyam e ku doktor ji bo navendeke din ya tenduristiyê dişîne da ku ew bi riya kontroleke taybetî nexweşiya te diyar bikin.Di hewaleya doktor de agahiyên bijîşkî hene, wek nîşanên nexweşiya te çi ne, siheta te çawa ye û nexweşî yan jî birînên te yên berê çi bûne. Ew navenda tenduristiyê ku hewaleya doktor werdigire, paşê bi nameyekê dixwaze tu ji bo kontrolê herî li bal wan.
Lênêrîna nexweşiyên acîl
Xerca ji bo serdanên acîl û ji bo nexweşxaneyan li seranserî welêt tê guhertin. Tu dikarî ji bo xerca heyî û niha li malpera wîlayet/herêmê binêrî yan jî bi riya rêbera tenduristiyê (1177 Vårdguiden.) fêr bibî.
Cûrê serdanê | Biha |
---|---|
Seredana acîl a Folktandvårdenê yan jî doktorekî diranan ê din ku Folktandvården te hewale dike | 50 kronor |
Seredana acîl a doktorekî diranan ê din ku Folktandvården te hewale nekiriye | Buhayê doktorê diranan çi be ew e |
Bi vî awayî pareyê serdana lênêrîna nexweşan ya xwe didî
Hertim ji navenda lênêrîna nexweşan, nexweşxane û Lênêrîna diranan ya gelî (Folktandvården) bipirse ka pareyê serdana xwe ya lênêrînê tu dê çawa bidî. Awayê dayîna pareyê ji bo serdanê li gorî bajarê lê dimînî diguhere. Hîn ji dezgehên lênêrîna nexweşan karta bankeyê yan jî pareyê nakît qebûl dikin, yên din fatore dişeynin mala te. Heger dezgeha lênêrîna nexweşan tenê dayîna hesabê ya bi fatore qebûl dike, wê demê dikarî bipirsî ka gelo tu dikarî pişt re vegerî wê derê û pareyê wan bidî, - ji ber ku îmkana kesên penaxwaz ya peredana fatoreyan gelekî bisînor e.
Derman
Piraniya dermanên bi reçeteya/nusxeya doktoran bi 50î kronî ye. Carina buhayê wan dermanan zêdeyî 50 kronî ye lê tu tenê 50 didî. Piraniya dermanên ku ji zarokên di bin 18 salî re tên nivîsandin belaş in.
Wesayita nexweşiyê
Herî pir tu 40 kronî ji bo çûn û hatina ser doktor didî.
Daxwaza aboriyê ya taybet ji Dezgeha koçberiyê
Tu dikarî serdana Dezgeha koçberiyê bikî û mesrefên ku te ji bo dermanên bi reçete/nusxeyê dane ji wir bistînî.
Heke mesrefê ku te kirine zêdeyî 400 kronî be
Heke di hundirê şeş mehan de ji bo seredana doktor, çûn û hatina ser doktor û nexweşxaneyan, dermanên bi reçete/nusxe û tedawiya fizîkî te zêdeyî 400 kronî dabe, tu hingê dikarî serdana alîkariya aborî ya taybet bikî. Dezgeha koçberiyê dikare mesrefê ku bi ser 400 kronî dikeve bide te. Ji bo ku tu bikaribî vê alîkariyê wergirî, divê meqbûz/belge di destên te de hebin. Herçî meqbûz/belge ne, divê tu beşa ku navê te li ser heye teslîm bikî.
Heger tu bêyî hewaleya nexweşîyê ya ji doktorek li Navenda Lênêrîna Nexweşîyê doktorekî spesîyalîst bibînî divê tu bihayeke bilindtir bidî. Biha di nav Parastina ji mesrefa zêde de nayê hesabkirin, yanî ne beşek ji wan 400 kronan e.
Lênêrîna tenduristî ya acîl û derman
Xerca lênêrîna acîl ne di nav wan 400 kronî de ye, lê tu dikarî alîkariya aborî ji bo mesrefên ku bi ser 50 kronî dikevî wergirî. Ji bo seredana doktorê diranan jî eynî tişt derbas dibe, lê bi şertê ku Folktandvård girtî bûye yan jî ji bo te wextek tunebûye û tu mecbûr mayî ku biçî ser doktorekî din.
Hema piştî seredana acîl divê tu tavilê digel meqbûza/belgeya xwe serdana alîkariya aborî bikî.
Herweha tu dikarî ji bo dermanên bi reçete/nusxe ku bi ser 50 kronî dikeve jî doza alîkariya aborî bikî.
Heger miraceata te hatibe redkirin
Heger mafê te yê wergirtina alîkarîya aborî ya ji Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî bidawî bûye, ji ber ku biryarek (qerarek) ji bo te hatîye dayîn ku tu ji sînor werî derkirin yan jî werî vegerandinê welatê jê hatîyî û ji vê biryarê re nayê îtirazkirin, wê demê divê tu qerta xwe ya LMA-kort ya xwe bipaşve bidî û tu herweha nikarî ji bo derman û serdana doktor êdî pare wergirî.